Li bajarokê Qeyrawanê yê Şingalê teqînek rûda
Hewlêr (K24) – Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê li Şingalê, teqînek li bajarokê Qeyrawanê yê Şingalê rûda û kesekî canê xwe ji dest da û du kesên din jî birîndar bûn.
Sedema teqînê ji ber paşmahiyên mayîn û teqemeniyên serdema DAIŞê ye.
Rewşa tendirustiya birîndaran metirsîdar e û bo nexweşxaneya Mûsilê hatine veguhestin.
Qezaya Şingalê yek ji wan cihan e ku terorîstên DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî wê navçeyê kir û hejmareke mezin ji xelkê deverê kuştin û hejmarek jî heta niha winda ne û kesûkarên wan niha li kampên parêzgeha Duhokê dijîn.
Ji ber hebûna çekdarên PKKê û Heşda Şeibî û nebûna asayîş û seqamgîrî û xizmetguzariya navçeyê, awareyên li kampan nikarin vegerin cih û warên xwe.