Esed bi fermî bo Lûtkeya Welatên Erebî hat vexwendin

Biryar e hefteya bê Lûtkeya Erebî li bajarê Cîdde yê Erebistana Siûdî were lidarxistin, Serokatiya Sûriyê jî radigihîne ku Serokê Sûriyê Beşar Esed bi fermî bo lûtkeyê hatiye vexwendin.

Hewlêr (K24) – Biryar e hefteya bê Lûtkeya Erebî li bajarê Cîdde yê Erebistana Siûdî were lidarxistin, Serokatiya Sûriyê jî radigihîne ku Serokê Sûriyê Beşar Esed bi fermî bo lûtkeyê hatiye vexwendin.

Îro çarşemê 10ê Gulana 2023an, Serokatiya Sûriyê ragihand, Şahê Erebistana Siûdî Selman Ebdulezîz vexwendnameyeke fermî arasteyî Serokê Sûriyê Beşar Esed kiriye ji bo beşdarbûna Lûtkeya Erebî, ku biryar e roja Înê 19ê vê mehê li Erebistanê were lidarxistin.

Serokatiya Sûriyê destnîşan kiriye ku beşdarbûna Esed di Lûtkeya Erebî de, piştî 12 salan yekem car pêk tê.

Roja sêşemê 9ê Gulana 2023an, Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî ragihand, Riyad nûnertiya xwe ya dîplomasiyê li Şamê vedike, wek pêngavek ji bo asayîbûna pêwendiyên navbera herdu welatan di çarçoveya vegera Sûriyê bo nav Komkara Welatên Erebî de.