Çavuşoglu: Her çar welat li ser şerê dijî PKK, YPG û DAIŞê hevnêrîn in.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derveyê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu da xuyakirin, civîna çaralî ya wezirên Derveyên Tirkiyeyê, Sûriyê, Rûsya û Îranê li Moskowê berhemdar derbas bûye. Çavuşoglu dibêje, her çar welat li ser şerê dijî PKK, YPG û DAIŞê hevnêrîn in.

Wezîrê Derveyê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu da xuyakirin, civîna çaralî ya wezirên Derve yên Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê li Moskoyê berhemdar derbas bûye û bo çareserîya pirsgirêkan û danîna nexşerêyek, bi serokatiya cîgirên wezîrên derve komîteyek tê avakirin.

Çavuşoglu got: “Me behsa pêşxistina proseya siyasî û giringiya amadekariyên vegerandina penaberan kir. Tirkiye dixwaze beyî ku tu pêşmerc hebin, prose berdewam be. Divê gavên kirdarî bên avêtin.”

Çavuşoglu diyar kir jî, her çar welat li ser şerê dijî PKK, YPG û DAIŞê hevnêrîn in û got: “Wek aliyên proseyê, me careke din piştevaniya xwe bo yekparçeyî û serweriya Sûriyê derbirî. Di şerê dijî PKK, YPG, DAIŞê de em hevnêrîn in.”

Ev daxuyaniya Çavuşoglu di demekê de ye, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad diyar kiribû, “Armanca sereke ji bo me, bidawîkirina hebûna leşkerî ya neqanûnî li ser xaka Sûriyê ye, helbet jî hêzên Tirkiyê jî di nav de ye. Bêyî pêşketin di vê mijarê de, em ê li cihê xwe bimînin û negihin encamên rast.”