Erdogan peyamek arasteyî Kurdan kir: Em ê sedsala Tirkiyê bi hev re ava bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Namzetê Serokomariyê yê Tifaqa Gel û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, “Em ê bi hev re bi piştgiriya birayên xwe yên Kurd Sedsala Tirkiyeyê ava bikin.”

Namzetê Serokomariyê yê Tifaqa Cumhur û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan îro peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” arasteyî Kurdan kir.

Peyama Erdogan:

Birayên min ên hêja yên Kurd

Heta îro em hîn têdikoşin ku em mafên we yên wek şîrê spî yê dayîka we helal in bidin we.

Ji bo ku dayik negirîn û agir nekeve dilan me hewlên mezin dan.

Hûn şahidên herî nêzîk ên hewldanên me yên dilsoz in.

Hûn baş dizanin ku me çi zehmetî derbas kirine û çi xefik li pêşiya me hatine danîn.

Helbet kêmasiyên me jî hebûn, tiştên ku me dixwest em bikin lê nikaribûn bikin; lê diyar e ku me di warê maf û azadiyan de çi aniye Tirkiyeyê.

Bêguman em ê nehêlin ku ew paşde biçin.

Kî hewl bide Tirkiyeya kevin di bin tehdîda terorê de vejîne, wê me li hemberî wê bibîne.

Her kî hewl bide ku çekan bide destê zarokên belengaz ên Kurd û gulle li leşker, polîs û mirovên me bide teqandin, dê me li hemberî xwe bibîne.

Yê ku li ser navê hêzên emperyalîst niyeta destdirêjiya aramiya  miletê me bike, wê me li pêşberî xwe bibîne.

Kî hewl bide destdirêjiyê li mafên we bike, wê Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cumhur bibîne.

Heta wê dema ku Rebê min temen bide û gelê me jî destûr bide:

Li vî welatî dê dayîk  dîsa negirîn...

Kes nikare zarokên me bi zorê birevîne çiyê…

Bi hatina şevê, tarîtiya terorê jî dê bi ser bajarên me de danekeve...

Kes dê nikaribe gefê li birayên min ên Kurd bixwe, bi darê zorê û çekan, kes dê nikaribe dest deyne ser îradeya wan!

Em ê bixebitin heta ku Tirkiye ji bo hemû 85 mîlyon mirovan bibe cihekî azad, aram û dewlemendtir.

Em ê bi hev re bi piştgiriya birayên xwe yên Kurd Sedsala Tirkiyeyê ava bikin.