Ji bo serokomariya Tirkiyê 3 namzed hevrikiyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo serokkomariya Tirkiyê, 3 namzed hevrikiyê dikin. Tê payîn ku hilbijartin di navbera namzedê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyîp Erdogan û namzedê Hevpeymaniya Milet Kemal Kiliçdaroglu de bê yekalîkirin.

Beriya ku Muharrem Înce ji pêşbirkê vekişe, encamên rapirsiyê bi vê arasteyê bûn ku hilbijartin dê di gera duyemîn de bimîne. Lê niha atmosfereke nû heye û eger heye ku di gera yekem de hilbijartinê yekalî bibe.

Her çend hilbijartinên serokomarî û parlementoyê didomin, lê çav zêdetir li ser hilbijartinên serokomariyê ne. Rapirsîn amaje bi wê dikin ku cudahiya dengan di navbera Erdogan û Kalçdaroglu de, pir nêzîkî hev in. Piştî vekişîna Muharrem Înce, 3 namzed di hilbijartinan de hevrikiyê dikin, li gorî rapirsiyan jî Erdogan an jî Kalçdaroglu yek ji her du namzedan, dê bibe serokomarê Tirkiyê.

NAMZEDÊN HILBIJARTINÊN SEROKOMARIYA TIRKIYÊ

Recep Tayyip Erdogan

- Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan, namzedê tifaqa Cumhur e û cara sêyem e xwe dike namzed.

- Partiyên ku piştgiriyê didin Erdogan ev in: Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), Partiya Yekîtiya Mezin (BBP), Partiya Yeniden Refa, Partiya Çep a Demokratîk (DSP) û Partiya Doza Azad (HudaPar).

- Erdogan di hilbijartinên 2014’an de ji sedî 51,47 û di hilbijartinên 2018’an de jî ji sedî 52,59 deng bi dest xistibûn.

- Erdogan di sala 1954an de li Stenbolê jidayik bûye, Akademiya Zanistên Aboriyê ya Stenbolê qedandiye, zewicî ye û 4 zarokên wî hene.

Kemal Kiliçdaroglu

- Namzedê Hevpeymaniya Milet û Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) ye.

- Partiyên wek Partiya Komarî ya Gel (CHP), IYI Partî, Partiya DEVA, Partiya Pêşerojê, Partiya Saadetê, Partiya Demokrat, Tifaqa Ked û Azadiyê, Partiya Guhertina Tirkiyê (TDP) û Partiya Komunîst a Tirkiyê piştgiriya wî dikin.

- Kemal Kiliçdaroglu di sala 1948an de li Dêrsimê jidayik bûye, fakulteya Zanistên Aborî ya Enqerê qedandiye, zewicî ye û sê zarokên wî hene.

Sînan Ogan 

- Parlamenterê berê yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) û namzetê tifaqa Ata.

- Serok û damezrînerê Enstîtuya Lêkolînê ya Turksam e.

- Di sala 1969'an de li Îderê jidayik bûye, lêkolîner û akademîsyen e, zewicî ye û du zarokên wî hene.

Dengdana ji bo hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê îro saet 08.00 dest pê kir û dê heta saet 17.00 berdewam bike.

Di hilbijartinê de ji nav welêt 60 milyon û 697 hezar û 843 dengder wê bikaribin dengê xwe bidin û ji wan 4 milyon û 904 hezar û 672 dengder cara ewil e ku dê dengê xwe bidin.

Li 973 navçeyên 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 191 hezarî zêdetir sindoq hatine danîn.

Di çarçoveya Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28emîn de jî 24 partiyên siyasî û ji seranserê Tirkiyê jî 151 namzedên parlamenteriyê yên serbixwe hene.