Erdogan: Em ji bo pêşerojeke baştir û demokrasiya Tirkiyê dua dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Cumhur, Recep Tayyîp Erdogan bang li hilbijêran kir ku dengê xwe bidin.
Serokomarê Tirkiyê û Namzetê Serokomariyê, Recep Tayyîp Erdogan li navçeya Uskudarê ya Stenbolê dengê xwe da.
Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Cumhur Recep Tayyîp Erdogan piştî dengdanê daxuyaniyek kurt da û bang li hilbijêran kir ku dengê xwe bidin.
Erdogan destnîşan kir ku hilbijartin bê pirsgirêk derbas dibin û got ku li herêma erdhejê jî dengdan bê pirsgirêk dewam dike.
Erdogan got: “Hêvîdar im ku piştî hejmartinê, êvarê em ji Xwedê ji bo pêşerojeke baştir ji bo welat, miletê xwe û demokrasiya Tirkiyê dua bikin.”
Erdogan got jî: “Ji bo nîşandana hêza demokrasiya Tirkiyê, gelekî girîng e ku hemû hilbijêrên me heta saet 17.00'an bê dudilî dengên xwe bidin.”