Kiliçdaroglu: Hûn ê bibînin bihar dê were vî welatî

Navenda Nûçeyan (K24) – Namzetê Serokomariyê Kemal Kiliçdaroglu yê ku li Enqerê deng da got: “Em hemû, me gelek bêriya demokrasiyê, bihevrebûnê, hevhemêzkirinê kiriye. Hûn ê bibînin, dê bihar were vî welatî.”

Serokê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu bi hevjîna xwe Selvî Kiliçdaroglu re ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina xula 28emîn a Parlamenteriyê, li Dibistana Seretayî ya Arjantînê ya li Enqerê deng da.

Kiliçdaroglu piştî dengdayînê li baxçeyê dibistanê axivî û got: “Ez dixwazim biçim ser sindoqan û spasiya hemû welatiyên xwe bikim. Em hemû bi demokrasiyê û bi hevrebûnê bawer in. Em hemû, me gelek bêriya demokrasiyê, bihevrebûnê û hevhemêzkirinê kiriye. Ji niha û pê de hûn ê bibînin, bihar dê were vî welatî û bihar dê her berdewam be. Ez hezkirin û hurmeta xwe ya kûr pêşkêşî we hemûyan dikim.”

Dema ku Kiliçdaroglu ji dibistanê derdiket hilbijêrên ku hatin dengdanê sirûda “Serokomar Kiliçdaroglu” qîr kirin.