Mîthet Sancar: Encama hilbijartinan dê Tirkiye ber bi destpêkek nû ve bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê HDP'ê û namzetê Partiya Çep a Kesk Mîthet Sancar, piştî dengê xwe da got: “Encama hilbijartinan dê Tirkiye ber bi destpêkek nû ve bibe.”

Hevserokê HDP'ê Mîthet Sancar li Enqerê deng da û di daxuyaniyekê de got: “Îro di dîroka Tirkiyeyê de hilbijartina herî girîng e. Qonaxa dahatî, destpêkek pir girîng e. Min dengê xwe ji bo demokrasî û aştiyê bikar anî. Em di wê baweriyê de ne ku encama hilbijartinan, dê Tirkiyê ber bi destpêkeke nû ve bibe.”

Sancar got jî: “Em bang li welatiyên xwe dikin ku bi hesta berpirsyariya demokratîk tevbigerin. Pêwîstiya herî girîng a demokrasiya bi berpirsyarî ew e ku beşdarî pêvajoya hilbijartinê bibe û îradeya gel li ser sindoqan nîşan bide.

Tekez kir jî: “Ev hilbijartin ne tenê ji bo Tirkiyê, lê belê ji bo cîhanê jî girîng e. Ji ber ku ev hilbijartin dê dîktatoriyê bi îradeya gel û hilbijartinan birê bike.

Hevserokê HDP'ê bang li welatiyan kir ku beşdarî proseya hilbijartinê bibin û got: “Parastina sindoqan erkê her kesî ye. Em bawer dikin ku encam dê xêrdar be.”