Hilbijartinên Tirkiyê: Sindoq hatin girtin, deng têne hejmartin

Proseya dengdana hilbijartinên Serokomarî û Parlamentoya Tirkiyê di demjimêr 17:00an de bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Proseya dengdana hilbijartinên Serokomarî û Parlamentoya Tirkiyê di demjimêr 17:00an de bi dawî bû.

Proseya dengdanê ya hilbijartinên Tirkiyê îro 14ê Gulanê di demjimêr 08:00an de dest pê kir û di demjimêr 17:00an de bi dawî bû.

Sindoqên dengdanê yên li gumrikan jî di heman demjimêrê de hatin girtin.

Li 973 navçeyên 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 191 hezarî zêdetir sindoq hatin danîn.

Di hilbijartinê de ji nav welêt 60 milyon û 697 hezar û 843 dengderan karîbûn dengê xwe bidin û ji wan 4 milyon û 904 hezar û 672 dengder cara ewil bû ku dikaribûn dengê xwe bidin.

Dengdan li çar aliyê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro di demjimêr 08.00an de dest pê kir û dê di 17.00an de bi dawî bû.

Di pisûlaya hilbijartina serokomariyê de navê Recep Tayyîp Erdogan, Muharrem Înce, Kemal Kiliçdaroglu û Sînan Ogan heye, Muharrem Înce ji namzediya serokomariyê vekişiya, lê navê wî ji ber ku pisûlayên hatibûn çapkirin de cih girtibû, êdî wisa ma.

Di çarçoveya Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28emîn de jî 24 partiyên siyasî û ji seranserê Tirkiyê jî 151 namzedên parlamenteriyê yên serbixwe hene.

Di hilbijartina serokomariyê de eger ji namzedên serokomariyê tu kes ji piraniyê zêde deng wernegire, dê gera duyemîn di 28ê Gulanê de bê kirin.