Kiliçdaroglu: Em îşev ranazên
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Giştî yê CHPê û Namzedê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu bang li alîgirên xwe kir û got: “Divê çavdêrên sindoqan û wezîfedarên me yên di lijneyên hilbijartinê de ne, qet ji cihê xwe dûr nekevin. Em îşev ranazên."
Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Lîstika ku ji sedî 60 dest pê kir niha daketiye bin 50î. Divê çavdêr û berpirsên lijneya hilbijartinê ti carî ji cihê xwe dûr nekevin. Gelê min, em îşev ranazên.”
Kiliçdaroglu herwiha dibêje: “Ez hişyarî didim Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) ku divê hûn amarên li parêzgehan bidin.”
Kemal Kiliçdaroglu vê êvarê di twîteke xwe ya din de tenê bi peyvekê gotibû "Em li pêş in".