Serokê YSKê: Hilbijartina Serokomariyê bo gera duyem ma

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) Ahmet Yener ragihand, hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê bo gera duyem maye.
Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) Ahmet Yener
Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) Ahmet Yener

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) Ahmet Yener ragihand, hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê bo gera duyem maye û proseya dengdanê dê 28ê Gulanê were encamdan.

Ahmet Yener eşkere kir, rêjeya sindoqên ku li nav welêt hatine vekirin, ji sedî 100 e û hilbijartina serokomariyê bo gera duyem maye. Herwiha got ku rêjeya sindoqên derveyî welêt ku hatine vekirin, ji sedî 52,69 e.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) ragihand, li gor encamên ne fermî, Recep Tayyip Erdogan ji sedî 49.62, Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 44.89, Sînan Ogan ji sedî 5.17 û Muharrem Înce jî ji sedî 0.44 deng wergirtine.

Herwiha eşkere kir ku proseya dengdana gera duyem dê 28ê Gulana 2023an were encamdan.