YSKê li 5 welatan dema proseya dengdanê dirêj kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) ji bo gera duyemîn ya Hilbijartina Serokomariyê, biryar da ku li Amerîka, Kanada, Avustralya, Îrlanda û Îngilistanê dema proseya dengdanê bê dirêjkirin.
Li gor agahiyan di cîvîna îro de serlêdana AK Partî û CHPê hat nirxandin û biryar hat dayîn ku dema dengdanê ya 2 roj e li Amerîka, Kanada, Avustralya, Îrlanda û Brîtanyayê, were dirêjkirin.
Li gor biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) dema dengdanê li dewletên navborî di navbera 20-24ê Gulanê da hat destnîşankirin.