Derhênerê Sûrî “Şêxê Kar” Hîşam Şerbetcî koça dawî kir

Hîşam Şerbetcî û Reşa Şerbetcî
Hîşam Şerbetcî û Reşa Şerbetcî

Navenda Nûçeyan (K24) – Derhênerê mezin ê Sûriyê Hîşam Şerbetcî duhî Sêşemê li Şamê di 75 saliya xwe de koça dawî kir.

Hîşam Şerbetcî berî du sal tûşî celteya mejî bûbû, tevî başbûna wî jî, lê heya mirina xwe, nîşaneyên wê nexweşiyê dikişand.

Hîşam Şerbetcî derhênerekî Sûrî ye, li Şamê ji dayik bûye. Ew wek yek ji damezrînerên ronesansa dramaya Sûrî di bîst û pênc salên dawî de tê hejmartin. Wî bawernameya Lîsansê ji Akademiya Hunerê (Enstîtuya Bilind a Hunerên Dramatîk) li Qahîre wergirtiye.

Berhemên wî li hemû welatên Erebî pir belav bûbû, ji ber jîr û mijûlbûna bi mijarên komedî yên hêsan ên nêzî xemên mirovan li her deverê.

Nasnavê “Şêxê Kar” lê hatibû kirin û ew bavê derhêner Reşa Şerbetcî ye.