Li Germiyanê zêdetirî 140 hezar ton temate tê berhemanîn

Germiyan (K24) – Cotkarên Germiyanê salane rêjeyeke baş ji temateyan berhem tînin. Cotkarên Germiyanê jî dibêjin, ji bo ku ew berhemên xwe li bazaran bifroşin û zirarê nebînin, pêwîst e hikûmet tedbîrên pêwîst li hember anîna berhemên biyanî bigire.

Di vê çarçoveyê de, Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê li deriyên sînorî bac daniye ser berhemên biyanî, da ku cotkar berhemên xwe li bazarê bifiroşin û ziyanê nebînin.

Cotkarê herêma Germiyanê Mihyedîn Mihemed ji K24ê re ragihand: “Eger li ser sînor rê li ber hatina berhemên biyanî bê girtin, em weke cotkarên Herêma Kurdistanê dê sûdê ji berhemên xwe bibînin. Lê heke ev neyê kirin, dê bihayê wê hîn bêtir dakeve û em ê zirarê bibînin.”

Cotkarên Germiyanê dibêjin, berhemanîna yek kîlo temate bi 250 dînar li ser wan radiweste, eger ew bi kêmtirî 300 dînar bifroşin, ti qazancê jê nakin û keda wan dê têk biçe.

Ji bo ku cotkar berhemên xwe bifroşin û bi taybet temate ku li Kurdistanê bi rêjeyên baş tên berhemanîn, ji 15ê Gulana îsal ve bac li ser hawerdekirina temateyan li deriyên sînorî hatiye danîn.

Rêveberê berhemên çandiniyê li Rêveberiya Çandiniyê ya Germiyan Îsmaîl Mihemed ji K24ê re ragihand: “Ji 15’ê Gulanê ve li deriyên sînorî bac tê standin, ev jî ji bo berjewendiya cotkaran û firotina berhemên navxweyî ye.”

Got jî: “Xweşbextane, salane zêdetir ji 140 hezar ton tomate li Germiyanê tê berhemanîn, ji bilî dabînkirina pêdawîstiyên herêmê, beşek ji wê jî bo naverasta Iraqê tê hinardekirin.”