Mesrûr Barzanî: Bernameya hikûmetê heye ku bi nirxekî kêmtir, 24 demjimêr elektrîkê dabîn bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro 18ê Gulana 2023an kevirê binyadê yê projeya westgeha berhemanîna 25 MW elektrîkê bi enerjiya rojê, li parêzgeha Hewlêrê danî.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro 18ê Gulana 2023an kevirê binyadê yê projeya westgeha berhemanîna 25 MW elektrîkê bi enerjiya rojê, li parêzgeha Hewlêrê danî.

Ev projeya bi lêçûna 100 milyon dolarî li ser rûberek 590 donim e û dê di nava salekê de were cîbicîkirin. Ev proje jîngehdost e û pêwîstiya wê dabînkirina sotemeniyê nîne û dê bi tora elektrîkê ya niştimanî ve were girêdan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek di merasîma vekirina projeyê de pêşkêş kir û tê de ragihand, “Kêfxweş im ku îro em kevirê binyadê yê yekem westgeha royê li Hewlêrê datînin ku şiyana wê heye ku di demjimêrekê de 25 MW elektrîkê berhem bîne. Hêvîdar im ev bibe destpêkek ji bo pêkanîna gelek projeyên bi vî rengî li hemû bajarên Kurdistanê. Divê em girîngiyeke mezin bidin bikaranîna enerjiya paqij, jîngehparêz û alternatîf.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Me piştevaniya Wezareta Elektrîkê kiriye, ji bo çaksaziya vê sektorê de  bikin, ta ku bikarin bi awayekî baştir û hêjatir xizmeta welatiyên Herêma Kurdistanê bikin. Sektora elektrîkê pêwîstî bi geşepêdana zêdetir heye bo baştir xizmetkirina welatiyan. Di vî warî de, pêwîst e Wezareta Elektrîkê bi alîkariya sektora taybet hemû hewlên xwe bide û pilan û amadekariyên pêwîst bike, ji bo dabînkirina elektrîkê ya berdewam di paşerojê de ji bo welatiyan.”

Herwiha diyar kir: “Derfetên me yên mezin hene ku elektrîkê ji niha gelek baştir bikin, da ku zêdetir xizmeta welatiyan bike, lê belê di heman demê de divê welatiyên me jî alîkariya xwe û hikûmetê bikin, ew jî bi rêya rêgiriya li îsrafa elektrîkê û kêmkirina zêdebikaranîna elektrîkê û dayîna fatûrayên elektrîkê bi rêkûpêk û berdewam, da ku hikûmet bikare bi beşeke mezin ji xercên xwe yên berhemanîna elektrîkê dabîn bike û bi başî elektrîkê bide welatiyan.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand: “Divê welatiyên xoşewîst vê yekê jî bizanin ku ew elektrîka ji aliyê sektora giştî ve û ji aliyê hikûmetê ve bi nirxekî gelek erzan ji wan rê tê dayîn, gelek kêmtir e di lêçûna berhemanînê û veguhestin û dabeşkirina bi ser welatiyan de, hikûmet salane bi milyonan dolar di vî warî de xerc dike ku dibe ev budce gelek kêm were kirin eger welatiyên me alîkariya hikûmetê bikin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Di dema borî de rast e me berhemanîna elektrîkê zêde kiriye, lê belê heta niha weke pêwîst nekariye 24 demjimêr elektrîk dabîn bikin, ev jî sedemên wê gelek in, yek ji wan sedeman ew e ku pêwîstî û bikaranîna elektrîkê di vê demê de gelek zêde bûye, hejmara nişteciyên Herêma Kurdistanê zêde bûye, lê belê nekariye wê pêwîstiya ku li Kurdistanê heye dabîn bike, weke min got, him hejmara welatiyan zêde bûye, him kargeh li Herêma Kurdistanê zêde bûne, pêwîstiya welatiyan an jî bikaranîna amûrên elektrîkî ji bo jiyana rojane zêde bûne, ji bo ku em li vir bikarin alîkariya hev bikin ku mebesta min ew e ku him hikûmet bikare zêdetir xizmetguzariyan bigihîne welatiyan, him welatiyên me bikarin erkê xwe cîbicî bikin, em herdu alî erkên me li ser me hene, erkê Hikûmeta Herêmê ew eku xizmetguzariyên baştir bigihîne welatiyan, erkê welatiyan jî ew e ku ew fatûrayên dikeve ser wan, ew berpirsyarî û erkê hevbeş ê dikeve ser wan, ew jî cîbicî bikin.”

Herwiha eşkere kir: “Welatiyên ku pêwîstiya wan bi 24 demjimêr elektrîkê heye û hikûmet nikare ji bo wan dabîn bike, xwe dispêrin jeneratoran, ew pereyê ku divê bidin jeneratorên xwe, bernameya hikûmetê heye ku bikare bi erkê kêmtir û bi nirxekî kêmtir, wê elektrîkê ji welatiyan re dabîn bike, ku 24 demjimêr be jî, bi wî awayî ku welatiyên me fatûrayên ku hikûmet daxwaz dike bidin, berpirsyariya li ser milên xwe cîbicî bikin, hikûmet dikare bi vî awayî elektrîkê ji bo wan dabîn bike, bi mercekî ku welatiyên me jî fatûrayên xwe bidin hikûmetê.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Pereyên ku didin jeneratoran, ji wê kêmtir eger bidin hikûmetê, dikarin xwe ji çend serêşiyan dûr bixin, yek ji wan dengê jeneratorê yê li taxan, dibe ku gelek ne xweş be, herwiha hebûna gazê û nirxê elektrîkê, hikûmet dikare hemû van ligel sektora taybet û welatiyan rêk bixe bi wê bernameya ku me dariştiye, Hikûmeta Herêmê bikare elektrîka 24 demjimêran bide welatiyan, bi mercekî ku welatiyên me jî, xwe berpirs bibînin û li hember erk û xizmetguzariyên hikûmetê bersivdana wan hebe.”

Herwiha ragihand: “Ez li vir daxwazê ji hemû welatiya dikim ku vê hikûmetê wek hikûmeta xwe bibînin û xwe beşdar bibînin di vê hikûmetê de û beşdar bin di hukimraniyê de, hikûmet tiştekî biyanî û ji we cuda nîne, berevajî wê, beşek ji we ye, tenê erkê hikûmetê ew e ku xizmetguzariyê bigihîne we, ev jî erkê we ye, welat û jîngeha xwe biparêzin, tiştên ku li ser me herdu aliyan e, em alîkariya hev bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez careke din jî destxweşiyê li Wezareta Elektrîkê û kompaniyên vê projeya girîng dikim û hêvîdar im projeya elektrîkê bi enerjiya xwe û enerjiya nûbûyî û pak û jîngehdost, zêdetir geş bibe li Kurdistanê, careke din destxweşiyê li we dikim, hêvîdar im her dem serkeftî bin û Kurdistan jî her avedan be.”