Li Diyarbekirê bûyera trafîkê: 9 kes birîndar bûn

Li Diyarbekirê, otomobîlekê li du otomobîlên din da û di encama bûyerê de 9 kes birîndar bûn, ku ji wan 7 kes zarok in.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê, otomobîlekê li du otomobîlên din da û di encama bûyerê de 9 kes birîndar bûn, ku ji wan 7 kes zarok in.

Li navçeya Peyasê ya parêzgeha Diyarbekirê otomobîla ku 10 kes tê de bûn, ji kontrola şofêr derket û li du otomobîlên ku hatibûn parkkirin qelibî.

Di bûyerê de 9 kesên di nav otomobîlê de birîndar bûn, ku ji wan 7 kes zarok in.

Welatiyên li derdorê hewla rizgarkirina birîndaran dan û agahî dan tîmên hawarçûnê.

Gelek ambulans û polîs gihîştin cihê bûyerê û birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.