Li Kerkûkê boriyeke veguhestina gazê teqiya

Boriyeke veguhestina gazê li rojavayê Kerkûkê teqiya, ku ji bo veguhestina gazê bo pêwîstiya navxwe dihat bikaranîn.

Kerkûk (K24) – Boriyeke veguhestina gazê li rojavayê Kerkûkê teqiya, ku ji bo veguhestina gazê bo pêwîstiya navxwe dihat bikaranîn.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, şeva 19ê Gulana 2023an, boriya veguhestina gazê ya ser bi wêstgeha gazê ya Hencîre ya li nêzîkî gundê Bacwanê yê rojavayê Kerkûkê teqiyaye.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, boriya ku teqiyaye, gazê ji bo kompaniya petrolê ya bakur vediguhêze û ji bo pêwîstiya navxwe tê bikaranîn.

Herwiha eşkere kir ku bûyera teqînê ji ber kiryareke terorîstî nebûye û ji ber zexta gazê ya di nav boriyê de bûye.