Konsulê Tirkiyê yê li Hewlêrê: Encama hilbijartinên Serokomariyê bandorê li ser pêwendiyên me nake

Hewlêr (K24) – Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê diyar kir, encama hilbijartinên Serokomariyê bandorê li ser pêwendiyên wan ên ligel Herêma Kurdistanê nake.

Îro Şemiyê 20ê Gulana 2023an, gera duyem a hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê ji bo welatiyên li derveyî Tirkiyê dijîn, dest pê kir û li Hewlêrê jî welatiyên ku li Herêma Kurdistanê niştecî ne, serdana sindoqên dengdanê yên li Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê dikin û proseya dengdanê berdewam e.

Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê Mevlut Yakut di konferanseke rojnamevanî de ragihand, proseya dengdana Serokomariyê li konsulxaneya li Hewlêrê bi awayekî aram û bêyî kêşe birêve diçe û amadekariyên ji bo vê proseyê kirine.

Li ser encama hilbijartinên Serokomariyê û bandora wê li ser pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê, Konsulê Tirkiyê diyar kir: “Her çi be bandorê li ser pêwendiyên herdu aliyan nake.” Herwiha got: “Pêwendiyên me yên bihêz ên dîrokî û bazirganiyê ligel Herêmê heye. Di hemû waran de pêwendiyên me baş in û berdewam dibin.”

5 hezar û 741 welatiyên xwedî nasnameya Tirkiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê mafê wan ê dengdanê heye û ji wê hejmarê, 1834 kes li Hewlêrê ne. Di gera yekem a hilbijartinên Tirkiyê de, li Iraq û Herêma Kurdistanê bi rêjeya %26,4 welatiyên Tirkiyê beşdarî proseya dengdanê bûn û dengê xwe dan.