Lûtkeya G7 ji Çînê daxwaz dike ku zextê li Rûsyayê bike

Serkirdeyên welatên G7 ji Çînê daxwaz kirin ku ji bo rawestandina şer li Ukraynayê zextê li Rûsyayê bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serkirdeyên welatên G7 ji Çînê daxwaz kirin ku ji bo rawestandina şer li Ukraynayê zextê li Rûsyayê bike.

Ajansa nûçeyan a Japonyayê ragihand, di civîna Lûtkeya G7 de li bajarê Hiroshima yê Japonyayê bi amadebûna Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky, serkirdeyên G7 daxwaz kirine ku kêşeyên Taywanê yên ligel Çînê bi awayekî aştiyane werin çareserkirin.

Serokên lûtkeyê amadebûna xwe nîşan dane ji bo avakirina pêwendiyên bihêz û cîgir ligel welatê Çînê.

Ajansê eşkere kiriye, serokên welatan soz dane hewla seqamgîriya darayî bidin û biparêzin û geş bikin, herwiha diyar kiriye, grûpa G7 platformekê dixe ber dest ji bo rêgirtina li neseqamgîriya aboriyê.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, di civînan de li ser bihêzkirina alîkariyên ji bo welatê wî gotûbêj tê kirin bo bidestxistina serkeftinê di şerê dijî Rûsyayê de.

Volodimir Zelensky beriya niha ji bo beşdariya civîna Lûtkeya G7 gihîşte bajarê Hiroshima yê Japonyayê, ev jî ji dema destpêkirina şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê ve, serdana wî yekem bû bo welatekî Asyayê.