Tacîkistan 104 jin û zarokên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê vedigerîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Tacîkistanê zêdetir ji sed jin û zarokên çekdarên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandin welatê xwe.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tacîkistanê ji “AFP” re ragihand: “Me 104 welatiyên xwe - 31 jin û 73 zarok - û 5 welatiyên Kazaxistanê, dayikek û 4 zarokên wê, li ser daxwaza rayedarên Kazakistanê vegerandin welat.”

Meha Tîrmeha 2022an jî şandeyeke ji Tacikistanê bi serokatiya Balyozê Tacikistanê yê li Kuwêtê Zabidullah Zabidov serdana Rojavayê Kurdistanê kir û 146 kes ji malbatên DAIŞê yên Tacikistanî ji kampên Roj û Holê vegerandibûn.

Kampa Holê li bajarê Heseke, yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Rêveberiya Xweser çendîn car in dibêje ku rewşa kampa Holê pêwîstiya wê bi destêwerdaneke navdewletî heye û divê welatên cihanê welatiyên xwe ji kampê vegerînin welatên xwe.

Human Rights Watch jî texmîn dike ku zêdetir ji 41 hezar biyaniyên ji netewên cuda ku piraniya wan zarok in, di zindan û kampên Rêveberiya Xweser de ne.