Erdogan: Em ê di gera duyem a hilbijartinê de rekorekê tomar bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Namzedê Serokomariya Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan radigihîne, ew dê di gera duyem a hilbijartinan de rekoreke dengan tomar bikin.

Namzedê Serokomariya Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di derbarê hilbijartina gera duyem a Serokomariyê de bi riya Twittera xwe daxuyaniyek belav kir.

Erdogan got, dengdêran di gera yekemîn a hilbijartinan de piraniya parlamentoyê daye wan û ew ê di gera duyem de jî bi piştgiriyeke mezin rekora dengan tomar bikin.

Erdogan her wiha tekez kir, namzedê Hevpeymaniya Milet Kemal Kiliçdaroglu soza azadkirina hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demîrtaş daye û ji sozeke wiha, nayê çaverekirin ku ew şerê PKKê bike.

Di gera yekemîn a hilbijartinê de Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49.5, Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 44.8, Sînan Ogan jî ji sedî 5.1 deng anîbûn û nêzikî ji sedî 13ê dengdêran jî neçûbûn ser sindoqan.

Ji ber ku di gera yekemîn de ti namzedekî ji sedî 50î zêdetir deng neanîbûn, hilbijartin ji gera duyem re ma û biryar e roja Yekşemê 28ê Gulana 2023an, welatiyên Tikiyeyê careke din biçin ser sindoqan û deng bidin.