Wezareta Bazirganiyê dema wergirtina genimê cotkaran ragihand

Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, roja Pêncşemê 25ê Gulana 2023an, dest bi wergirtina genimê cotkarên Herêma Kurdistanê tê kirin.

Hewlêr (K24) – Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, roja Pêncşemê 25ê Gulana 2023an, dest bi wergirtina genimê cotkarên Herêma Kurdistanê tê kirin.

Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê eşkere kir, ji roja Pêncşemê ve sayloyên Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina berhema genimê îsal a cotkaran tê vekirin û ji bo her tonek bi pasî 850 hezar dînar ji cotkaran re tê dayîn.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Giştî yê Bazirganiya Herêmê li ser çawaniya wergirtina genimê cotkaran ragihand, piştî wergirtina nimûne û derçûna ji pişkinînê, genimê cotkaran tê wergirtin û ji bo îsal li sînorê parêzgehên Herêma Kurdistanê bi qasî 375 hezar ton genim dikarin werbigrin.

Herwiha ji bo vê mebestê jî, çil milyar dînar ketiye ser hesabê bankî yê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê ji bo genimê îsal rasterast piştî çend rojan ji wergirtina genim, ji cotkaran re heqê wan were dayîn.

Beriya niha jî Kurdistan24ê ragihand, li gor rêkeftina navbera herdu Wezareta Bazirganî ya Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, biryar hat dayîn ku berhemên genim, îsal bi yek nirxekî were wergirtin û eger berhemên genim cotkarên Kurdistanê ji 375 hezar ton zêdetir bibe, careke din pêdaçûnê di biryara rêjeya wergirtina genimê cotkarên Herêma Kurdistanê de were kirin.