Bertekên li hember rêgirîkirina li tîma Kurdistan24ê berfireh dibin

Piştî ku li Enqereya paytexta Tirkiyê tîma Kurdistan24ê ji aliyê rêveberên Partiya Zaferê ve hat astengkirin, bertekên mezin li hember vê reftarê têne nîşandan.

Hewlêr (K24) - Piştî ku li Enqereya paytexta Tirkiyê tîma Kurdistan24ê ji aliyê rêveberên Partiya Zaferê ve hat astengkirin, bertekên mezin li hember vê reftarê têne nîşandan.

Li Enqerê di civîneke çapemeniyê de ku Serokê Partiya Zafet Umît Ozdag piştgriya xwe ji bo namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû radigihand, tîma Kurdistan24ê hat astengkirin, li ser medya civakî bertek û nerazîbûnên tund li hember Partiya Zafer hatin nîşan dan û ew helwesta Partiya Zafer hat şermezarkirin.

Ji partiyên siyasî, sendîka, komele, saziyên medyayî heta rojnamevan û rewşenbîr û siyasetmedaran, bi hezaran kes li ser medya civakî nerazîbûn nîşandan ku Kurdistan24 hatiye astengkirin.

PARTIYA AZADIYA KURDISTANÊ (PAK)

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê bi daxuyaniyekê diyar kir: “Em midaxaleya Zafer Partiyê ya li dijî xebatkarên  Kurdistan24 TVyê şermezar dikin. Îro di dema civîna çapemeniyê ya namzedê Serokomariyê Kemal Kliçdaroglu û Serokê Zafer Partiyê Umit Ozdag de rêvebirên Zafer Partiyê nehiştên nûnerên Kurdistan 24 TVyê beşdarî civîna çapemeniyê bibin. Ev helwesta bi hest û hişmendiya nîjadperestî pêk hatiye, nîşana  dijayetiya kurdan û dijayetiya azadiya çapemeniyê ye. Em vê midaxeleya nîjadperest şermezar dikin. Em li gel xebatkarên Kurdistan 24 TVyê ne.”

SEROKÊ BAROYA DIYARBEKIRÊ NAHÎT EREN

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Em rêgirî û ew helwesta cudaxwazî ya di dema rûmalkirina civîna Kiliçdaroglu û Umît Ozdag de ji aliyê Partiya Zaferê ve li hember K24ê hat kirin, şemezar dikin.”

OMER FARUK GERGERLIOGLU

Parlamenterê Partiya Çep a Kesk (YSP) Omer Faruk Gergerlioglu li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Serederîkirina Partiya Zaferê li hemberî nûçegihanê K24ê nayê pejirandin. Gîrîng nîne ser bi kîjan medyayê bî, bi vî awayî serederîkirina ligel nûçegihanan nayê pejirandin û pêdîvî bi helwesteke cidî heye.”

HUDA PAR

Cîgirê Serokê HUDA-PARê bo Karûbarên Derve Mehmet Eşîn li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Em rêgiriya li Enqerê ya ji ber navê Kurdistanê ku li ser mîkrofona K24ê ye hatî kirin, şermezar dikin. Ev hişmendî ji bilî tevlivehî û pevçûna Kurd-Tirk, çi destkefteke din nabe.”

Cîgirê Serokê HUDA-PARê bo Karûbarên Hilbijartinan Mahmut Şahin jî ragihand: “Em êrîşa li Enqerê ya li hember nûçegihanê K24ê şermezar dikin. Êrîşî wan kesan hatiye kirin ku li gorî rênimayên rojnamevaniyê kar dikin. Ev êrîş hişmendiya nijadperest û faşîstan a Umît Ozdag nûnertiya wê dike, nîşan dide.”

SIYASETMEDAR ŞAHÎN SULHAN

Siyasetmedar Şahîn Sulhan li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Birêz Barzanî ji bo me xeta sor in. Erkê ser milê me ye ku em kesên rêgirî li K24ê kirin, bixin nava gilêşa dîrokê."