Bandora neteweperestan li ser arasteyên siyasî yên Tirkiyê

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Namzedê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan piştî ku piştgiriya Tayyîp Erdoganî kir, Serokê Partiya Zaferê Ûmît Ozdag ku serkêşê Hevpeymaniya Atayê ye biryara piştgirîkirina Kemal Kiliçdaroglu da. Sînan Ogan, Ûmît Ozdag û Seroka Iyî-Partiyê Meral Akşener sê siyasetmedarên neteweperst in ku ji MHPê cûda bûbûn û niha li her du arasteyên siyasî yên Tirkiyeyê Hevpeymaniya Cumhur û Hevpeymaniya Millet bandora xwe danîne. Di nava hevpeymaniyan de çîroka siyasî ya her sê siyasetmedaran, keremin di vê înfografîkê de bi hev re bibînin.

Hevpeymaniyek ku di hilbijartinekê de namzedê wê yê Serokomariyê piştgiriya aliyekî, partiyên sereke yên wê hevpeymaniyê jî piştgiriya aliyê din dikin.

Namzedê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Oganî piştî ku piştgiriya Tayyîp Erdoganî kir, Serokê Partiya Zaferê Ûmît Ozdag ku serkêşê Hevpeymaniya Atayê ye biryara piştgirîkirina Kemal Kiliçdaroglu da.

Sînan Ogan û Ûmît Ozdag digel Seroka Iyî-Partiyê Meral Akşenerê ji MHPyê cûda bûbûn û niha ev her sê kevne MHPî  bandora xwe li ser siyaseta giştî ya Tirkiyê datînin. 

Ûmît Ozdag û Meral Akşener piştî ku ji MHPê cûda bûn, Iyî-Partî avakirin, lê Ogan tevlî wan nebû. Hevrêtiya Ozdag û Akşenerê li vir zêde dirêj nekir û partiyeke din a netweperest û Atatûrk li siyaseta Tirkiyê zêde bû.

Di vê navberê de xebateka endezyariya siyasî peyda bû û di hilbijartina 2018ê de siyaseta Tirkiyê ket nav pêvajoya hevpeymaniyan. Li aliyek Hevpeymaniya Cumhur ku ji AK-Partî û MHPê, li aliyê din jî Hevpeymaniya Millet ku ji CHPê û Iyi-Partiyê pêk dihat ava bûn û neteweperestên Tirkiyê li her du arasteyan cihê xwe girtin.

Di hilbijartina 2023yê de jî Sînan Ogan û Ûmît Ozdag di Hevpeymaniya ATAyê de gihiştin hev û Ogan bû hevrikê Erdogan û Kiliçdaroglu. Lê dema ku di gera yekemîn de çi namzed bise rneketin, Ogan bo gera yekemîn xwe da aliyê Erdogan, Ozdag jî berê xwe da Kiliçdarogluyî ango hevrêya xwe ya berê Akşenerê.

Bi vî awayî neteweperestên Tirkiyê hêz û bandora xwe xistin li ser her du arasteyên siyasî yên wî welatî.