Li Meletiyê bi hêza 4,1 pile erdhej rûda

Li navçeya Puturge ya ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4,1 rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Puturge ya ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4,1 rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Puturge ya ser bi parêzgeha Meletiyê, bi hêza 4,1 pile erdhej qewimî.

AFADê diyar kir ku erdhej di demjimêr 18:02 xulekan de û 6,96 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan.