Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Rêkeftina me ya ligel Serokwezîrê Iraqê ji bo hevahengiya Hewlêr û Bexdayê bingeh e

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ew rêkeftina ku ligel Serokwezîrê Iraqê kirine, ji bo hevahengiya Hewlêr û Bexdayê bingeh e, divê hemû alî rêz lê bigrin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamekê li ser Twitterê belav kir û ragihand: “Grûpeke Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê çend guherîn xistine projeyasaya budceya federal, ku li hember wê rêkeftinê binpêkirin e ku me beriya niha ligel Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û hikûmeta wî kiriye.”
Di peyama xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kiriye ku ew rêkeftin ji bo hevahengiya Hewlêr û Bexdayê bingeh e, divê hemû alî rêz lê bigrin.
Roja 25ê Gulana 2023an, Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê di civîna xwe ya herî dawî de li ser gotûbêjkirin û amadekirina herî dawî ya reşnivîsa projeyasaya budceyê bo dengdana li nav hola parlamentoyê, bi çend guherînan ve herdu maddeyên 13 û 14 yên projeyasayê pesend kir ku bi dahata petrol û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne.
A group in the Iraqi parliament’s finance committee have introduced changes to the draft federal budget, violating the agreement w/ PM @mohamedshia’s govt.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) May 26, 2023
The agreement is the bedrock for cooperation between Erbil & Baghdad and the word of parties to it must be honored -mb.