Mesrûr Barzanî: Guhertinên di pişka Herêmê ji bûdceyê de hatine kirin nepakî, stem û plangêrî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Gulana 2023an serdana deşta Ziraretî ya li parêzgeha Hewlêrê kir û beşdarî di çinîna genim de kir.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro serdana deşta Ziraretî ya li parêzgeha Hewlêrê kir û rewşa cotkaran pirsî û beşdarî di çinîna genim a vê herêmê de kir, ku hevdem e ligel proseya wergirtina genim ji cotkaran li sayloyên Herêma Kurdistanê.

Di hevdîtinekê de li gel hijmareke kolberên deverê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû hewlên xwe bide ku zêdetir giringiyê bi sektora çandiniyê û bazarkirina berhemên cotkarên Kurdistanê bide, da ku xema saxkirina berhemên xwe nebin.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku ew guhertinên ku di pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya federalî de hatine kirin, nepakî, zulm û plangêrî ye li dijî Herêma Kurdistanê tê kirin, lê belê emê bi her awayî rûbirûyê vê plangêriyê bibin û rê nedin ku bi ser bikeve.

Serokwezîr got jî, tiştê ku mixabiniyê ye, ew destên navxweyî ye ku di vê plangiriyê de beşdar in. Ya xerabtir jî, kêmkirina desthilatên Herêma Kurdistanê, wek destkeftiyekê bo xwe weke bibînin. Lê em ji we re piştrast dikin ku ev hewldaneke nezok e û bi ser nakeve.