Osman Baydemir: Girîng bû namzedê Kurdan bo Serokkomariyê hebûya

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê Kurd Osman bi girîng dizane ku di gera yekem a hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê de namzedekî Kurd hebûya. Got jî: Heta ku Kurd bighêjin bigihin armancên xwe, divê yekdeng û yekgirtû bin.

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr îro yekşemê 28ê Gulana 2023an ji K24ê re ragihand, giring e di gera yekem a hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê de namzedekî Kurd hebûya û aliyên siyasî yên Kurdî jî piştevaniya wî kiribana.

Osman Baydemîr got, bi serketina namzedê opozîsyonê di hilbijartinên serokomariyê de û kontrolkirina parlamentoyê ji aliyê AK Partî û MHPê ve, Kurdan li Tirkiyê dikarîn henaseyekê bistandana û hewla hin yasayên di berjewendiya Kurdan de li parlamentoyê pesend kiribana.

Osman Baydemîr amaje bi wê kir jî, gelê Kurd her tim xwestiye hebûna xwe îspat bike û bi cîranên xwe re bi aramî bijî û mafên xwe misoger bike. Lê mixabin her du xetên li Tirkiyê jî, vê yekê nadin Kurdan.

Derbarê paşeroja rewşa Kurd li Tirkiyê de jî, Osman Baydemîr got, divê Kurd yekdeng bin û stratejiyeke wan a hevbeş hebe, ji bo bigihin armancên xwe.