Erdogan: Serkeftiyên hilbijartinê 85 milyon welatiyên me ne

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî hilbijartinên îro yên gera duyem a Serokkomariyê ragihand: " Serkeftiyên hilbijartina 14ê Gulanê jî yên hilbijartinên 28ê Gulanê jî temamiya 85 milyon welatiyên me ne.”

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî hilbijartinên îro yên gera duyem a Serokkomariyê ragihand: " Serkeftiyên hilbijartina 14ê Gulanê jî yên hilbijartinên 28ê Gulanê jî temamiya 85 milyon welatiyên me ne.”

Tirkiye îro ji bo gera duyem a hilbijartinên Serokkomariyê çû ser sindoqan. Li gor encamên destpêkê yên ne fermî Namzedê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan bi ser ket.

Recep Tayyip Erdogan li bajarê Stenbolê li ber mala xwe got: "Îro ya serketî tenê Tirkiye ye, bêyî ku demokrasiya me ti tawîzekê bide. Ez spasiya hemû welatiyên xwe dikim ku îradeya xwe nîşan dan. Ez spasiya xwe pêşkêşî gelê xwe yê ku di navbera du cejnan da, cejna demokrasiyê bi me da jiyan, dikim. Me gotibû em dê wisa qezenc bikin ku tu kes dê têk neçe. Îro ya qezenc kiriye tenê Tirkiye ye. Me bi tewecuha gelê xwe, gera duyem a hilbijartina Serokkomariyê qedand."

Erdogan herwiha got: "Ez ji her yek ferdê miletê me yê ku berpirsyariya rêvebiriya welêt 5 salên din jî dane me, spasiyê dikim. Serkeftiyên hilbijartina 14ê Gulanê jî yên hilbijartinên 28ê Gulanê jî temamiya 85 milyon welatiyên me ne. Encamên hilbijartina dîsa nîşan dane ku tu kes nikare çav berde destkeftiyên vî welatî."

Serokkomarê Tirkiyê herwiha da zanîn ku ew dê îşev biçe paytexa wî welatî bajarê Enqerê û dê li wir vê carê li Koşka Serokkomariyê axaftina şaneşînê bike.