Nêçîrvan Barzanî: Ez bi navê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Erdogan dikim

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya cardin hilbijartina wek Serokomarê Tirkiyê, pîrozbahiyê li Recep Tayyip Erdogan dike.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya cardin hilbijartina wek Serokomarê Tirkiyê, pîrozbahiyê li Recep Tayyip Erdogan dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Bi boneya cardin hilbijartina wek Serokomarê Tirkiyê, ez bi navê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li birêz Recep Tayyip Erdogan dikim.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kiriye: “Ji bo zêdetir pêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Tirkiyê, ez li benda karkirina bihevre me.”

Îro Yekşemê 28ê Gulana 2023an, gera duyem a hilbijartina Serokomariya Tirkiyê birêve çû.

Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) di gera duyem a hilbijartina Serokomariya Tirkiyê de Recep Tayyip Erdogan bi rêjeya %52,2 deng bi dest xistin, li hember wî, Kemal Kiliçdaroglu bi rêjeya %47,8 deng bi dest xistine.