Fuad Husên û Balyozê Amerîka veguhestina malbatên Iraqî ji Hola kampê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) –  Wezîrê Derve yê Iraqê û Balyozê Amerîka li Iraqê li ser mijara veguhestina malbatên Iraqî li Hola kampê civiyan.

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro Sêşemê 30î Gulana 2023an pêşwazî li Balyoza Amerîka li Iraqê Elena Romanowski kir.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de pêwendiyên dualî yên di navbera her du aliyan de hatin gotûbêjkirin û her du aliyan behsa veguhestina malbatên Iraqî ji Hola kampê bo kampeke taybet li Iraqê kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, her du aliyan guftûgo li ser civîna dahatû ya Hevpeymaniya Navdewletî kir ku dê bi beşdariya wezîrên derve yên welatên endam li Erebistana Siûdî bê lidarxistin.