Mamoste Cafer: Yên ku li Bexdayê bûne sedema pirsgirêkan beşek ji me ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedar Mamoste Cafer got: “Bûyerên ku li Bexdayê rû didin, rengvedana kêşeyên ku berê li Herêma Kurdistanê rû dane ye. Divê serkirde û aliyên siyasî li Bexdayê hevahengî bibûna û weke tîmekê kar bikirana, yên ku niha li Bexdayê pirsgirêkan derdixin, beşek ji me ne.”

Fazil Kerîm Ehmed ku bi navê Mamoste Cafer tê nasîn ji K24ê re got: “Niha di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de pirsgirêk hene. Bexdayê Herêm xistiye quncikekê ku ez vê yekê metirsîdar dibînim. Divê ji sala 2003'an ve dema ku Herêma Kurdistanê xwedî helwesteke bihêz bû, ev pirsgirêk çareser kiribana, ne niha bîr li wê bike, wek mînak yasaya neft û gazê, yan jî mafê serokkomar hebû ku veto bike.”

Mamoste Cafer destnîşan kir, “Sirûşta her dewleteke navendî ew e ku rê nade herêman. Rast e Seddam Husên nema, lê çand, hizir û polîtîkaya Seddam û erebkirin li Iraqê maye û bi awayekî din tên kirin. Ew proseya erebkirinê ya li Kerkûkê heye, mînaka vê yekê ye.”

Her wiha got: “Di destpêka azadkirina Iraqê de, Kurd wek hêzeke girîng li ser asta navxwe ya Iraqê û welatên bihêz jî, dihatin dîtin. Lê niha parçebûnek heye, pêwîst e ew bê nirxandin. Ew dijayetiya ku li kenalên medyayê heye jî were rawestandin. Ev ji bo her kesî pir zirarê dike. Divê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bereyekê ava bikin û yekrêz bin.”

Mamoste Cafer da zanîn: “Pêwîst e aliyên siyasî piştgiriya her parêzgeheke Iraqê bikin, da ku herêmên din li Iraqê ava bibin û sîstema federalî li Iraqê cîbicî bibe, ji ber ku hikûmeta navendî metirsîdar e.”