Polîtburoya PDKê peyamekê arasteyî YNKê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi boneya salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pîrozbahî li Polîtburo û Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyan û hemû endam û aligirên YNKê kir.

Polîtburoya PDKê di peyama xwe arasteyê de Polîtburo û Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyan kir û tê de ragihand, “Bi boneya 48 saliya damezrandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), em pîrozbahiyê li we, endam û alîgirên we dikin û hêviya berdewamî û gavên nû û baştir ji we re dixwazin.”

PDK dibêje: “Bi vê boneyê em tekezî li ser hevahengî, yekrêzî û dostaniya hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin ji bo rûbirûbûna kêşeyên qonaxa niha, parastina mafên welatiyan, parastina qewareya Herêmê û destkeftên me, bihêzkirina giyanê pêkvejiyan û yekrêziya siyasî ji bo berjewendiya hemwelatiyên Kurdistanê, çareserkirina kêşe û pirsgirêkan, encamdan gera şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û bihêzkirina bingehên demokrasiyê.