Berdevka HDPê sedema namzednekirina Demirtaş aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay bersiva hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demîrtaş û got, namzediya Demirtaş ji ber girtina wî nehate nirxandin û wî ji bo vê yekê jî jinek pêşniyar kir.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay li Enqerê avahiya partiya xwe konferanseke rojnamevanî lidar xist û derbarê encamên hilbijartinê jî diyar kir ku pêvajoya rexne û xwerexnekirina encamên sindoqan dewam dike.

Ebru Gunay got: “Rexne û xwe-rexnekirin dê li ser esasê berpirsyariya damezrawî bê kirin. Lewma ev heyam bi biryarên takekesî û însiyatîfa kesane nayê bersivandin. Kêmasiyên heyî nikarin bên derbaskirin.”

Ebru Gunay di bersiva pirsa derbarê daxuyaniyên dawî yên Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de got: “Derbarê Demîrtaş ji bo vê mijarê û axaftinên spekulatîf ên li ser vê mijarê hatin kirin jî bersivên pêwîst da. Helbet ew hevserokê me yê berê ye û dema ku me ev nîqaş dikir, me bi hemû desteyên partiyê û hevalên xwe yên aktor ên HDP’ê re pêvajoya nîqaşê meşandin. Ji ber vê yekê di vî warî de namzetiya wî ya serokomariyê ji ber rewşa hiqûqî di lijneyên me yên têkildar de nehat nirxandin.

Ev daxuyaniya Berdevka HDPê piştî wê tê, Hevserokê berê yê HDPê yê zindanîkirî Selahattîn Demîrtaş îro di hevpeyvîna bi “Arti Gerçek” re dide zanîn, pêş gengeşeyên destnîşankirina namzediya Serokomariyê, wî ji HDPê re amadebûna xwe ya ji bo namzediyê ragihandiye. Lê HDPê bêyî nîşandana çi hincetekê daxwaza wî red kiriye .