Hevpeymanan piştevaniya xwe ji bo hêzên Pêşmerge dubare kir
Hewlêr (K24) – Şandeke Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Şêwirmendê Serbazî yê Hêzên Hevpeymanan serdana Wezareta Pêşmerge kir û piştevaniya xwe ya serbazî ji bo hêzên Pêşmerge dubar kir.
Di hevdîtinê de li Dîwana Wezareta Pêşmerge, li ser hevahengiya zêdetir û pêşvebirina beşên Wezareta Pêşmerge, li gor rênimayên projeyasaya çaksazî û alîkariya şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî yên li Herêma Kurdistanê, gotûbêj kirin.
Li ser pêngavên van demên dawî yên Wezareta Pêşmerge di mijara çaksaziyan hêzan de, şanda serbazî ya Hevpeymanan ragihand: “Pêngavên Wezareta Pêşmerge di mijara çaksazî û yekgirtina beşek ji yekeyên cuda yên Pêşmerge de, cihê dilxweşiya hemûyan e.”
Herwiha eşkere kir: “Mijara çaksazî û yekgirtina beşek ji yekên cuda yên Pêşmerge pêngaveke girîng û pêwîst e ji bo siberoja hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê.”
Şêwirmendê Serbazî yê Hêzên Hevpeymanan di proseya çaksazî û perwerde û rahênanan de alîkarî û piştevaniya xwe ji bo Wezareta Pêşmerge dubare kir.