Wezîrê Derve yê Sûriyê: Pêwendiyên Sûriye û Iraqê stratejîk in

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Sûriyê radigihîne, pêwendiyên Sûriye û Iraqê di hemû waran de stratejîk in û ew hewla bihêzkirina wan didin. Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Iraqê jî got, Iraq yekem welat e ku destpêşxeriya vegera Sûriyê bo Komkara Erebî kiriye.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad piştî 12 salên şerê navxweyî, duhî Şemiyê 3ê Hezîrana 2023ê gihîşt Bexdayê û ji aliyê Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ve hat pêşwazîkirin. Piştî hevdîtinên çend demjimêran, wezîrên derve yên Iraq û Sûriyê li ser pêwendiyên Şam û Bexdayê, pirsa penaberên Sûriyê û çend mijarên din konferanseke rojnamevanî ya hevbeş lidar xistin.

Wezîrê Derve yê Iraqê tekezî li wê kir: “Helwesta Iraqê derbarê piştevaniya gelê Sûriyê de nehatiye guhertin û em daxwaza pêngavên navdewletî û herêmî dikin ji bo rizgarkirina Sûriyê ji vê rewşa mirovî ya ya xirab ya niha, bi taybet pirsa penaberên Sûriyê yên li welatên cîran bicih bûne. Me 250 hezar penaberên Sûriyê hembêz kiriye û piraniya wan niha li kampên Herêma Kurdistanê dimînin.”

Fuad Husên pêşwazî li vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî piştî 12 salan kir û got: “Iraq yekem welat e ku destpêşxeriya vegera Şamê bo Komkara Erebî kiriye.” Fuad Husên got jî: “Rewşa ewlekarî ya Sûriyê rasterast bandorê li ser rewşa ewlekariya Iraqê dike û berûvajî vê yekê jî rast e.”

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad ragihand, ew hemû hewlên xwe didin ji bo bihêzkirina pêwendiyên di navbera Şam û Bexdayê de û spasiya hewlên Iraqê yên ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li welatê xwe kir. Got jî: “Pêwendiyên Iraq û Sûriyê di hemû waran de stratejîk in.”

Wezîrê Derve yê Sûriyê spasiya gel û hikûmeta Iraqê kir ji bo alîkariyên mirovî yên ku di erdheja meha Sibatê de pêşkêşî navçeyên ziyanpêketî yên Sûriyê kirine.