80 Êzidiyên ku li giravekê asê mabûn hatin rizgarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – 80 koçberên Kurd ên Êzîdî yê ku li giravekê do navbera Tirkiye û Yûnanê de asê mabûn, hatin rizgarkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Yûnanê di daxuyaniyek de da zanîn, roja Yekşemê li giravekê ser sînorê Yûnanê 91 penaberên ku asê mabûn hatine rizgarkirin û bo bingehekê penaberan hatine veguhastin.

Diyar kir jî, ji nava 91 penaberan, 25 jin û 34 jî zarok bûn û hejmarek penaberan ji hêzên ewlehiyê re gotine ku ew xelkê Sûriyê ne.

Hefteyek e li giraveke di navbera Tirkiye û Yûnanê de, 80 Kurdên Êzîdî asê mabûn û hawara alîkariyê ji rayedarên Yûnanî dikirin.

Damezirînerê saziya alîkariyê YAZDAyê Murad Îsmaîl jî bi riya Twittera xwe piştrast kir ku 80 koçberên Êzîdî hatine rizgarkirin.