Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê: Demîrtaş û Yuksekdag rastî ‘binpêkirina mafan’ hatine

Navenda Nûçeyan (K24) – Di dawî serlêdana Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag de, bi hinceta ku di hiqûqa navxweyî de ji bo girtina xwe nikarin alîkariyên bi bandor werbigirin, DMME biryar da ku Tirkiye Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku li ser serlêdana Hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên girtî biryar da, biryar da ku Tirkiyeyê xala 4'emîn a madeya 5'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye.

DMME biryar da ku Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag di pêvajoya îtiraza girtina wan a li gorî hiqûqa navxweyî de rastî ‘binpêkirina mafan’ hatine.

Di daxuyaniya DMME de hat ragihandin, Yuksekdag û Demîrtaş bi hinceta ku alîkariya bi bandor negirtine, ji bo îtiraza girtina xwe ya li gorî hiqûqa navxweyî serlêdan kirine.

Hat ragihandin, Demîrtaş û Yuksekdag “bi taybetî gilî kirine ku rayedarên girtîgehê hevdîtinên bi parêzerên xwe re dişopînin û belgeyên ku bi parêzerên xwe re parve kirine, desteser dikin.”

Demirtaş û Yuksekdag roja 4ê Mijdara 2016ê bi çendîn tohmetên cuda hatin girtin û zêdeyî 6 sal û nîv e di zîndanê de ne. Tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkiye biryara azadkirina Demîrtaş dane jî Demîrtaş hîn nehatiye azadkirin.