Parlamentoya Iraqê ji bo dengdana li proseyasaya budceyê dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e sibe pêncşemê parlamentoya Iraqê ji bo dengdana li ser projeyasaya bûdceya salên (2023-2024-2025) bicive. Endamên Komîteya Darayî jî tekez dikin ku nakokî bidawî nebûne. Endameke Komîteya Darayî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê dibêje, heta piştî lihevkirin û çareserkirina wan xalên ku li dijî daxwaz û mafên Herêma Kurdistanê hatine guhertin, rê nadin deng bi wê projeyê bê dayîn.

Roja 25 Gulana 2023an, Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê çend madeyên girêdayî bi pişka Herêma Kurdistanê di projeyasaya budceyê de guhartin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibû, ew guhertinên ku ji aliyê hinek endamên Komîteya Darayî ve di projeyasaya budceyê de hatine kirin, ne destûrî ne û bi awayekî eşkere ligel rêkeftina ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin, nagunce.

Civîna sibe ya Parlamentoya Iraqê piştî têkoşîneke dûr û dirêj tê ku nêzîkî 30 civînên Komîteya Darayî ya Parlamentoyê dom kir, bi mebesta gihîştina lihevkirineke berfireh ku aliyên siyasî jê razî bin û deng bidinê.



Endama Darayî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Nermîn Marûf ji K24ê re got: “Di projeyasaya bûdceyê de dahata petrolê bi 117 trîlyon dînar hatiye pêşbînîkirin, ew jî li gorî wê yekê ye ku Iraq rojane 3.5 milyon bermîl petrol hinarde dike, 400 hezar bermîl petrola herêmê jî di nav de ye.”

Lê wê amaje bi wê yekê jî kir, ku ev rêje rawestandina hinardekirin petrola Herêma Kurdistanê ya ji 70 rojan, li ber çavan nagire û hikûmeta Iraqê jî nekariye vê kurtehênanê qerebû bike.

Endamê Komîta Darayî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya ji Fraksiyona PDKê Xelîl Qazî dibêje: “Ji bo çareserkirina kêşeyên girêdayî van guhertinan, em gihiştine rêkeftineke destpêkî.”



Her wiha di daxuyaniyekê de ji K24ê re got: “Bê rêkeftineke siyasî, em rê nadin parlamentoya Iraqê deng li ser projeyasayê bide û nabe bendek di yasayê de hebe ku berûvajî mafên destûrî yên herêmê be.”

Di heman demê de, Xelîl Qazî hebûna rêkedtinekê di navbera piraniya blokên parlemantoyê piştrast kir ku hewl didin di civîna bê de projeyasaya bûdceyê derbas bikin.

Roja 13ê Adara borî, Encûmena Wezîran a Iraqê li gorî yasaya rêveberiya darayî ya hejmar 6 a sala 2019ê, projeyasaya budceya salên 2023, 2024 û 2025ê pesend kir û ji bo dengdanê jî ji parlamenoyê re şand.

Budceya ku di projeyasaya sala 2023an de hatiye diyarkirin, bi 200 trîlyon dînar hatiye pêşbînîkirin, ku %83ê ji wê ji dahata petrolê ye û %17 jî ji dahata navxweyî û ne neftî ye, di demekê de ku kurtehênan wê jî 60 trîlyon dînar e.