Fuad Husên: Bidawîanîna Kampa Holê ji karên pêşîne yên hikûmeta Iraqê ye

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand, dosyeya rûbirûbûna terorê û bidawîanîna Kampa Holê ji karên pêşîn ên hikûmeta Iraqê ye.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand, dosyeya rûbirûbûna terorê û bidawîanîna Kampa Holê ji karên pêşîn ên hikûmeta Iraqê ye.

Fuad Husên di civîna wezîrên endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de li Riyadê ragihand, hikûmeta Iraqê kar li ser baştirkirina xizmetguzariyan û avakirina jêrxana wê bi bihêzkirina aborî û rûbirûbûna gendeliyê dike, herwiha seqamgîriya asayîşa navçeyên azadkirî û vegera awareyan jî beşek ji pêngavên wan e.

Husên tekez kir ku Iraq rijd e li ser bidawîanîna dosyeya awareyan di nav xwe de û heta niha 148 kamp hatine girtin û tenê du kamp li Neynewa û Enbarê û 26 kamp li Herêma Kurdistanê mane. Herwiha dibêje, nêzîkî sê hezar çekdarên DAIŞê ji Sûriyê wergirtine û piraniya hatine dadgehîkirin.