Serok Barzanî pêşwaziyê li hejmarek hunermendên Kurdistanê dike

Serok Barzanî di hevdîtina ligel hejmarek hunermendên Kurdistanê de pêzanîna xwe li hember rola hunermendên Kurdistanê di dîrok, geşeya çandî û hişyariya gelê Kurdistanê de dûpat kir.

Hewlêr (K24) – Serok Barzanî di hevdîtina ligel hejmarek hunermendên Kurdistanê de pêzanîna xwe li hember rola hunermendên Kurdistanê di dîrok, geşeya çandî û hişyariya gelê Kurdistanê de dûpat kir û piştevaniya xwe ji bo daxwazên hunermendan nîşan da.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, îro pêncşemê 8ê Hezîrana 2023an, Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwazî li hejmarek hunermendên Kurdistanê kir û di hevdîtina navbera wan de rola hunermendên Kurdistanê di dîrok, geşeya çandê û hişyariya gelê Kurdistanê de bilind nirxand, bi taybetî di nasandina doza gelê Kurdistanê de.

Serok Barzanî di hevdîtinê de tevî bilindnirxandina huner û rola hunermendên Kurdistanê di pêşvebirin û nasandina doza Kurd de, ji amadebûyan re li ser rewşa siyasî axivî.

Serok Mesûd Barzanî tekez kir, rola ku hunermendek ji bo nasandina gelê xwe dilîze, dikare gelek ji rol û bandora siyasiyan di nasandina doza gelê Kurdistanê de zêdetir be, di vê çarçoveyê de wek pêwîst zanî ku hunermendên Kurdistanê hunera xwe di xizmeta doz û mafên rewa yên gelê Kurdistanê û kûrbûna xoşewîstiya niştiman û pêkvejiyan û mirovdostî de reng bide.

Serok Barzanî tevî nîşandana hevsoziya xwe ji bo kêşe û daxwazên hunermendên Kurdistanê, piştevaniya xwe ji bo daxwazên hunermendan nîşan da û hêvî xwest ku hunermend bikarin bi asûdeyî û bêyî girift xizmeta pêşxistina ferheng û hunera Kurdistanê bikin.

Di hevdîtinê de hunermendan ji aliyê xwe ve fikr û raman û pêşniyarên xwe li ser kêşe û giriftên hunermendan û daxwazên wan ji bo Serok Barzanî behs kirin.

rrr
444
jj
uuu