Şandeke bilind a bazirganiyê ya Amerîkayê serdana Herêma Kurdistanê dike

Şandeke bilind a bazirganiyê ya Amerîkayê di destpêka hefteya bê de dê serdana Herêma Kurdistanê bike û sê rojan bimînin.

Hewlêr (K24) – Şandeke bilind a bazirganiyê ya Amerîkayê di destpêka hefteya bê de dê serdana Herêma Kurdistanê bike û sê rojan bimînin.

Armanca şandê gotûbêjkirina ligel rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bazirganan ji bo bilindkirina asta baziganiya navbera Amerîka û Herêma kurdistanê ye di sektorên cuda de, bi taybetî sektora çandinî û veberhênan û hatina kompaniyên Amerîkî bo Herêma Kurdistanê.

Berpirsekî bilind ê Amerîkî li Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê ji Kurdistan24ê re ragihand, peyama şandê di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de, li ser wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê cihekî libar e ji bo veberhênan û bazirgariya Amerîkî di warê teknolojî û çandinî û pêkanîna derfetên kar de.

Şanda Amerîkî dê nirxandinên xwe bikin û piştre biryara dawî li ser vê mijarê bidin.

Herwiha eşkere kir, hatina wê şanda bikind wek piştevaniya Amerîkayê ye ji bo pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di berfirehkirina çavkaniyên dahatê de, ku Kabîneya Nehem di çarçoveya bernameya çaksaziyê ya kabîneyê de kar li ser kiriye.

Di warê enerjiyê de jî, ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar di hevahengiyeke berdewam de dibin, di sektora enerjiya rojê de jî çend hewldanek hene di navbera kompaniyên Amerîkî û Herêma Kurdistanê de.

Şanda Amerîkî dê serdana parêzgeha Silêmaniyê jî bikin û di nava sê rojan de çendîn hevdîtin û panelên taybet saz bikin.