Li Rûsyayê parlamenterekî Kurd hat xelatkirin

Parlamenterê Kurd li herêma Krasnodar a Rûsyayê Zorîkê Rostem Sadoyan, ji ber xizmetên wî yên ku pêşkêşî welatiyan kiriye, bi xelata madelyeya zêrîn û rûmetê hat xelatkirin.

Moskow (K24) - Parlamenterê Kurd li herêma Krasnodar a Rûsyayê Zorîkê Rostem Sadoyan, ji ber xizmetên wî yên ku pêşkêşî welatiyan kiriye, bi xelata madelyeya zêrîn û rûmetê hat xelatkirin.

Xelata Sadoyan, ji aliyê Parêzgarê Krasnodarê Venamin Kondratyv ve bi merasîmekê hat dayîn.

Parêzgarê Krasnodarê dema pêşkeşkirina xelatê got ku Zorîkê Rostem di xebatên parlamentoyê de û çareserkirina pirsgirêkên paytexta herêmê Kubanê de, gelekî bûye alîkar.

Zorîkê Rostem Sadoyan ji Kurdistan24ê re ragihand: “Şerefekî mezin e ji bo min. Ez spasiya Parêzgarê Krasnodarê Veniamin Kondratyev dikim ji bo pêzanîna wî ya bo kar û xebatên min. Ev jî handereke baş e ji bo karên dahatû û destkeftên nû ji bo berjewendiya welatiyan.”

Sadoyan sala 1972yan li gundê Hako di nav malbateke Kurd de hatiye dinyayê û 10 sal in parlementeriyê dike.

Li herêma Krasnodar, zêdetirî 22 hezar Kurd dijîn ku li Rûsyayê bi serjimariya 1,1 milyon kesan herêma 8emîn a herî qelebalix a Rûsyayê ye.