Êdî bi online dikarin serdana Muzexaneya Silêmaniyê bikin

Di çarçoveya projeya dîjîtalî ya aplîkasyona platforma Muzexaneya Silêmaniyê de, êdî her kes dikare bi online serdana muzexaneyê bike.

Hewlêr (K24) – Di çarçoveya projeya dîjîtalî ya aplîkasyona platforma Muzexaneya Silêmaniyê de, êdî her kes dikare bi online serdana muzexaneyê bike.

Rûpela fermî ya Muzexaneya Silêmaniyê li Facebookê ragihand, niha bi awayekî elektronîk dikarin hemû beş û parçeyên Muzexaneya Silêmaniyê bibînin.

Herwiha destnîşan kir, ji aliyê Kompaniya ITak Studio ve bi hevahengiya Rêveberiya Şûnwar û Kelepûra Silêmaniyê û Muzexaneya Silêmaniyê bo cara yekem li Kurdistan û Iraqê ev yek tê cîbicîkirin.

Muzexaneya Silêmaniyê destpêkê ji xaniyekî biçûk ê taxa Şoriş di 14ê Tîrmeha 1961ê de hat damezrandin, piştre di sala 1980 de bo wê avahiya ku niha dike ser cadeya Salim, hat veguhestin.

Ji bo serdana muzexaneyê bitikîne