Beyan Samî Ebdulrehman: Washington piştevaniya dubare hinardekirina petrola Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdulrehman derbarê serdana Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed bo Washingtonê de ragihand, civîne Wezîrê Navxwe bi berpirsên payebilind ên Amerîka serkeftî bû.” Got jî: “Washington bi fermî piştevaniya dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dike.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdulrehman ji K24ê re ragihand, di civînên Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed bi berpirsên pilebilind ên Amerîka re, tekezî li dostanî û hevpeymaniya herdu aliyan hate kirin. Her wiha aliyên Amerîkî behsa wê yekê kirin ku Herêma Kurdistanê û Amerîka bi hev re şerê li dijî Seddam Husên û DAIŞê kirin.

Beyan Samî Ebdulrehman got: Di civînên Wezîrê Vavxwe û berpirsên Amerîkayê de behsa çaksaziyên di wezareta Pêşmerge, rahênan û alîkariya Pêşmerge hat kirin.

Diyar kir jî, di hevdîtinan de pirsa pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê û parastina wê hat gotûbêjkirin û tekezî li ser hebûna Iraqeke aram û Herêma Kurdistanê ya bihêz hat kirin.

Derbarê hevkariyên Amerîka bo Herêma Kurdistanê de, Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê got: “Amerîka amadebûna xwe ji bo berdewamkirina alîkariyên xwe bo Herêma Kurdistanê nîşan da, Wezîrê Navxwe jî di civînan de tekez kir ku rawestandina hinardekirina petrolê dê ziyanê bigihîne her aliyekî.”

Beyan Samî got jî: “Koşka Spî û Wezareta Derve bi awayekî fermî ligel me ne, ji bo dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê.”

Derbarê serdana şanda Jûra Bazirganiyê ya Amerîka bo Herêma Kurdistanê de, Beyan Samî got: “Hebûna kompanyayên Amerîkî û sermayeguzariya wan li Herêma Kurdistanê dibe serdam piştevaniyê û aramiya Herêma Kurdistanê.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê got jî: “Arasteya Kabîneya Nehemîn ew e ku girîngiyê bide pêşxistina çandiniyê. Me li vir peyama serokwezîr gihandiye wan.”