Barbara Leaf: Herêma Kurdistanê beşeke bingehîn a pêwendiyên me yên ligel Iraqê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn ragihand, “Herêma Kurdistanê beşeke bingehîn a pêwendiyên me yên 360 pileyan ligel Iraqê ye.”

Alîkara Wezîra Derve ya Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf bi Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed re civiya û di tweetekê de naveroka civînê aşkere kir.

Barbara Leaf nivîsî: “Herêma Kurdistanê beşeke bingehîn a pêwendiyên me yên 360 pileyan ligel Iraqê ye. Spasiya serdana Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed dikim ku derfetek bû bi awayekî aşkere behsa mafên mirovan û pêşhatên girîng ên li Herêma Kurdistanê, Bexda û navçeyê bikin.”

Ji aliyekî din ve Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski ragihand, hatina du şandên bazirganiyê yên Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê di heyama mehekê de, nîşana bihêzbûna pêwendiyên aborî yên di navbera her du welatan de ye.

Romanowski di tweetekê de got: “Jûra Bazirganî ya Amerîka û Encûmena Bazirganî ya Amerîka û Iraqê di bin navê bilezkirina dabînkirina sîstema xwarekê bi awayekî seqamgîr de, dêli Hewlêr û Silêmaniyê, dê bi karsazan re bicivin. Hatina du şandên bazirganiyê yên Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê di heyama mehekê de, nîşana bihêzbûna pêwendiyên aborî yên di navbera her du welatan de ye.”