Arecî: Me zêdetir ji 3 hezar teroristan ji zîndanên bakurê Sûriyê wergirtine

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê dide zanîn, wan zêdetir ji 3 hezar teroristan ji zîndanên Rojavayê Kurdistanê wergirtine.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî di sêyemîn konferansa dijî terorê ya Netewên Yekgirtî de li New Yorkê got, Iraqê zêdetirî 3 hezar terorîst ji zindanên bakurê rojhilatê Sûriyê  wergirtine.

Arecî got jî: “Me bi Hevpeymaniya Navdewletî re di şerê li dijî terorê de gavên mezin avêtin û vê hevahengiyê jîngeha terorê têk bir û hin serkirdeyên wan jî kuştin.”

Her wiha got: “Hikûmeta Iraqê piştî serkeftina leşkerî ya li dijî DAIŞê, planeke niştimanî pesend kir ji bo vegerandina koçberan bo deverên wan.”

Da zanîn jî, hikûmeta Îraqî giringî daye Hola Kampê, ku tê de zêdetirî 50 hezar Iraqî, Sûrî û 10 hezar biyanî hene û piranî jin û zarok in û got: “Ev kampa gefeke rasterast e li ser ewlekariya niştimanî ya Îraqî û navçeyê, ji ber ku ew jîngeheke civakî ya aloz e û tundûtûjî, tawan û tundrewî lê heye.”

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê diyar kir, heta niha, Iraqê 1393 malbat ji kampa Holê vegerandine û 840 malbat ji wan, di bernameyeke nûveavkirinê de hatine bicihkirin da ku dubare tevlî civakê bibin.”