Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşt Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdanekê gihîşt Tirkiyê û ligel Serokomarê Tirkiyê û berpirsên din ên wî welatî dicive.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20ê Hezîrana 2023an gihîşte Enqerê paytexta Tirkiyê û dê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha dê bi Wezîrê Derve û berpirsên din ên pilebilind ên hikûmeta nû ya Tirkiyê re jî bicive.

Di civînan de jî, geşepêdana pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê dê werin gotûbêjkirin.