SOHR: 3 kadroyên Rêveberiya Xweser di êrîşeke Tirkiyê de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Droneke Tirkiyê otomobîlek li nêzîkî bajarê Qamişlo bombebaran kir û di encamê de 3 hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, otomobîlek li ser rêya gundê Tel Şiîr ê nêzîkî Qamişlo, ji aliyê droneke Tirkiyê ve hat armanckirin.

Da zanîn jî, di encamê de 3 kadroyên Rêveberiya Xweser hatin kuştin ku di nava wan de kesekî berpirs heye.

Ji aliyê xwe ve, medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve belav kir, artêşa Tirkiyê îro du caran gundê Til Şiîr bombebaran kir û di encamê de hejmarek kes birîndar bûne.

Çend roj in artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, êrîşên xwe li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Helebê û Minbicê yên ku di destê HSD de ne, zêde kirine.