Newzad Hadî: Ji ber ku rêkeftina Şingalê nehatiye cîbicîkirin, awareyan nekarîne vegerin deverên xwe

Hewlêr (K24) – Berpirsê Rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Neynewayê Newzad Hadî ragihand, ji ber ku rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê nehatiye cîbicîkirin, heta niha awareyan nekarîne vegerin ser mal û navçeyên xwe.

Newzad Hadî li ser giriftên Şingalê dibêje: “Hebûna hêzên cuda, cîbicînekirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê, wisa kiriye ku Şingal neyê avakirin, çimkî eger destpêkê aramî venegere navçeyê, nikarin avedan bikin.”

Hadî destnîşan kir: “Em wek Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), pêdagiriyê li ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dikin.”

Di 9ê Cotmeha 2020an de rêkeftina Şingalê di navbera herdu hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê de li bajarê Bexdayê hat îmzekirin.

Naveroka rêkeftinê, şeş xalan li xwe digre, ku behsa asayîkirina rewşa Şingalê dike ji aliyê îdarî, ewlehî û siyasî ve, ku heta niha ji ber hebûna hêzên neyasayî û rêgiriyên din ên îdarî û siyasî, nehatiye cîbicîkirin.